May 04, 2021 12:16 Asia/Tehran
  • Li Îrana Îslamî merasima şevhişyariyê ya şeva duyemîn a bi xêr û ber a Qedirê li dar ket

Merasîma şevhişyariyê (şeva Ehyayê) ya duyemîn a şevên Qerdirê bi berçavgirtina telîmatên tenduristiyê ji bo girtina pêşiya belavbona Koronayê, li seranserê Îrana Îslamî hate lidarxistin.

Evîndar û hogirênên Îmamet û Wilayetê, şeva Duşemê, şeva bîst û yekê meha Remezana pîroz li mizgeft, Takaya, Huseyniye, herem û tirbên pîroz û cihên din ên olî li seranserê Îranê, heya berbanga sibê bi xwendina Qurana Kerîm û bi gotina Elxews, El-xews û xwendina duaya Cuşena Kebîr û anîna navên mezin ên Xwedê şeva xwe gihandin sibeyê.

Pesindanên Ehlê Beyta îsmet û teharetê (ES) jî di şîna Îmam Elî (S) de şîn û tazîdarî kirin.

Şevên nozdehemîn, bîst û yekê û bîst û sêyemîn ên meha pîroz a Remezanê şevên Qedirê ne, û Misilman bi hişyariya di van şevan de, Quranê digirin ser serê xwe û paşê wê dixwînin, dua û dîlekan dikin û bi xwendina duaya Cuşena Kabîr, miraz û xwestekên xwe ji Xwedayê xwe re dibêjin û daxwaza serêxwegirtina wan dikin.

Leylet el-Qedr şevek e ku li tevayê salê, ti şevek nagihîje xêr û bereketa wê û qencî û karên xêr ku di vê şevê tên kirin ji çalakî û qenciyên hezar mehan çêtir e û tê de, çarenûsa sala mirovî tê diyar kirin.

Derbarê şehadeta Hz. Elî (S) û tazîdariye di şev û roja şehadeta wî hezretî di vê malperê de nûçeyeke din hat weşandin, ji kerema xwe wê bixwînin.

Serepeyv