May 02, 2021 22:50 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî: Hêza Qudsê faktora herî bi bandor e ku pêşî li dîplomasiya pasîf û sist a li Rojavayê Asyayê digire

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir: Hêza Qudsê ya Pasdarên Inqilaba Îslamî faktora herî mezin û bi bandor e ku pêşî li dîplomasiya pasîf a li rojavayê Asyayê digire.

Li gor malperea ragihandinê ya rêbertiya inqilaba Îslamî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Hz. ayetullah Xamineyî, îro Yekşemê di axaftina xwe de bi minasibeta roja Kerkeran û Roja Mamoste û Mueliman  rixne li gotinên hin rayedarên fermî ku bûne sedema îstifadeya nerewa û hecet ji aliyê dijminan, girt û tekez kir: Hêza Qudsê siyaseta Komara Îslamî serxist.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, rixne û gazinde li Fayla deng a ku dabûn ber destê medya dijmin û dijberên Komara Îslamî ya Îranê girt û got: Eva gelek salan in, Amerîkî ji deshilat û bandora Komara Îslamî ya Îranê pir aciz û nerahet in û ji ber vê yekê ew ji Şehîd Sulêmanî aciz bûn û ew şehîd kirin.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir ku çi di derheqê Hêza Qudsê de be çi jî di derheqê kesayetiya şehîd Sulêmanî de, divê em tiştek nebibêjin ku wateya wê eva bibe ku em gotinên dijmina tînin ziman û dubare dikin.

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha got: Di bernameyên welat de bernameyên leşkerî, zanistî, çandî û dîplomatîk hene, û hemî vana siyaseta welêt pêk tînin û qet beraqil û mantiq nîne ku ev beş vê beşê înkar bike û ev xeletiyek mezin e ku nabe ji hêla rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ve were kirin .

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî herwiha diyar kir: Rojavayî hertim îsrarê dikin ku siyaseta derve ya Îranê di bin ala wan de be ji ber ku ew dixwazin bi salan wusa bibe; Hem di dawiya Qejeran û hem jî di serdema Pehlewî de Îran dibin kontrol û deshilata welatên rojavayî bûye ku Inqilaba Îran eva ji destê wan derxist û ew niha hewl didin ku wê serdestiya xwe vegerînin.

Hz. ayetullah Xamineyî bi bîr xist: Siyaseta derve li ti dereke cîhanê ji hêla Wezareta Derve ve nayê danîn û li seranserê cîhanê civatên serdest û karbidestên payebilind hene ku vê siyasetê diyar dikin. Bê guman, Wezareta Derve jî beşdar dibe, lê ew van siyasetan cî bi cî dike.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî herwiha tekez kir: Li Komara Îslamî ya Îranê, Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî jî heye û her kes beşdar e, biryar têne girtin û Wezareta Karên Derve divê bi awayê xwe wan bi cîh bîne.

Hz. ayetullah Xamineyî di derbarê hilbijartinên pêşerojê yên li Îranê de jî got ku hilbijartin bi rastî firsendeke girîng e û divê gel ji hilbijartinan dilşikestî û dilsar nebe.

Serepeyv