May 01, 2021 13:33 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Rêxistina Itilaatê ya Sipaha Aşûraya Azerbaycana Rojhilat derbarê hilweşandina koma dijber a 'Hobûta Îranê'

Rêxistina Itilaatê ya Sipaha Aşûraya parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a Îranê qala hilweşandina koma dijber a Hobûta Îranê kir.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Rêxistina Itilaatê ya Sipaha Aşûraya parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a Îranê bi daxuyaniyekê qala naskirina endaman û hilweşandina koma dijber a Hobûta Îranê li vê parêzgehê kir.

Li gorî vê daxuyaniyê, Hobûta Îranê komek e ku ji sala 1396an yanî ji çar salan pêş va hebûna xwe ragihand da ku bikare bi bikaranîna zirûfên komên cûrbecûr ên hilweşîner û neçêbikaranîna pirsgirêkên esnafan û jiyana gel, bi xeyala xwe, hilweşandinê li Îranê pêk bîne.

Seltenetxwaz piştgirên sereke yên vê komê bûn ku bi palpiştiya dewletên rojavayî û Erebistanê bernameyên xwe li Îranê cih dianîn.

Di vê daxuyaniyê da hatiye ku ji rêbazên medyayî yên vê tevgerê, bikaranîna kesên xapiyayî jibo çalakiya di torên civakî da bû.

Li gorî vê daxuyaniyê, Ev kes bi şikl û teşeyên cûrbecûr nemaze di kincên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê da dihatin ber kamerayê û xwe wek leşkerekî veqetiyayî didan nasandin û bi xwendina daxuyanî û bangewaziyan ji gel dixwestin ku derketin ajawegêriya nav kolanan.

Ji karên din ên vê koma dijber, çêkirina nûçeyên ssexte jibo nerazîkirina gel bû da ku bi vê riyê armancên xwe bişopînin.

Hêzên Rêxistina Itilaatê ya Sipahê bi operasiyoneka lihevalyayî, serkirdeyên vê koma dijber li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat nas kirin û ev koma dijber nas kirin û derba dawiyê li wan xist.

 

Serepeyv