Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê, 434 kesên din bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 434 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê jidespêka pandemya Koronayê li Îranê heya vê demê gihêşte 70 hezar û 966 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê 28 Nîsanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 21 hezar û 713 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku 3 hezar û 467 kes di nexweşxanan de hatin razandin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 459 hezar û 906 kesan.
Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha milyonek û 923 hezar û 81 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha ragihand ku 15 milyon û 562 hezar û 560 testên Koronayê li Îranê hatine encamdan.