Nîsan 28, 2021 15:06 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Hebûna leşkerên biyanî li herêmê sebeba gef û bê ewlehiyê ye

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Hebûna hêzên biyanî û yên derveyî Herêmê sebeba bê ewlehî û gefa dijî Herêmê da zanîn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyona Îranê; Mihemed Baqir Qalîbaf îro di axaftinek li konferansa "Kendava Farisê mala me ye" got: Kendava Farisê kezeba dil û kezeba neteweya Îranê ye û vî netewê mêrxas û egîd;  ji bo ewlehiya herêmê û cîhanê ezîz û hezkiriyên ber dilê xwe kirine qurban.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ev roj hêja li gişt parêzvan û serbazên ku di vê herêmê de bûne parêzvanê ewlehiya vî welatî û vê devera girîng a cîhanê, pîroz kir û got: Roja Kendava Farisê ji me re girîng e, lê bi rûmettir û mezintir ew roj e ku em vekişîna hemî hêzên leşkerî yên biyanî ji herêmê bibînin.

Qalîbaf, Kendava Farsê, devereke hestyar , girîng û stratejîk da zanîn û got: Roja îro her hebûneke hêzên leşkerî yên biyanî li herêmê; ne tenê ewlehiya herêmê naparêze û xurt nake; belkî ew li herêmê dibe sedema gef û bê ewlehiyê.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: Hebûna hêzên leşkerî yên biyanî, bi pêşengiya wan hebûna hêzên Amerîkayê; ewlehiya herêmê têk biriye û hem li deverê û hem jî li derveyî herêmê derfetên aborî hilweşandine.

Qalîbaf diyar kir ku vekişîna hemî hêzên leşkerî yên biyanî ji herêma Kendava Farisê bê guman ji bo gelên li vê herêmê rojek dilxweşiyê ye û di dewamê de got: Milletê Îranê ji bo dabînkirina ewlehiya herêma Kendava Farisê û ewlehiya cîhanê li vê herêmê gelek şehîd dan.

Serepeyv