Amara Koronay ê li Îranê: 374 mirî di 24 saetan de
Nîsan 24, 2021 19:16 Asia/Tehran
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 374 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê jidespêka pandemya Koronayê li Îranê heya vê demê gihêşte 69 hezar û 120 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê 22 Nîsanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 18 hezar û 230 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku 2 hezar û 912 kes di nexweşxanan de hatin razandin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 377 hezar û 39 kesan.
Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha milyonek û 863 hezar û 405 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.