Nîsan 23, 2021 10:45 Asia/Tehran
  • Xerîb Abadî: Guherîna şêwaza zengînkirina sedî 60 li gorî bernameya ji pêş va dariştî ye

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê derbarê rapora nû ya ajansê da got ku guherîna şêwaza zengînkirina sedî 60 a Uraniyûmê li gorî bernameya jipêşvadariştî ye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Li dû weşandina rapora nû ya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê derbarê vêya ku ajansê di rojên borî da ceribandina rastiyê pêk aniye ku zengînkirina sedî 60 di zincîreyeka IR6 da pêk tê û zencîreya makîneyên IR4 hevdem bo zengînkirina sedî 60 hatiye terxankriin, Kazim Xerîb Abadî, Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê şiroveyek raber kir.

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê got: Ev guherîna şêwazê mijareke nû nîne û tam têkildarî kiryar û biryarên teknîkî ye û di pirsnameya lêzanînên plandarêştinê ku ji aliyê Îranê va hefteya pêş raberî Ajansê hat kirin jî ji pêş va hatibû pêşbînîkirin.

 

 

Serepeyv