Nîsan 22, 2021 22:40 Asia/Tehran
  • Oxirkirina meytên du şehîdên Sipahê Pasdaran li Merîwanê

Cenazeyên du şehîdên Sipahê Betul-Muqedesê li Parêzgeha Kurdistana Îranê, ku di pevçûna bi tîmek terorîst re li Merîwanê şehîd bûn, bi amadebûna gel û karbidestên vî bajarî hatin oxisrkirin û veşartin.

Li gorî IRNA, Mersasima oxirkirina termê paqij ê şehîd "Hac Osman Cehanî" û şehîd "Nasir Emînî", şervanên Sipahê Betul-Muqedesê ya Parêzgeha Kurdistana Îran, îro Pêncşemê, bi amadebûna parêzger, pêşnimêjê Înê, komek leşker û gelê vî bajarî hat lidarxistin û li Gulîzara Şehîdan a Merîwanê, bi parastina protokolên tenduristiyê hatin veşartin.

Van şehîdên ku şervanên xwecihî yên Merîwanê bûn, li devera sînorê bajêr bi endamên komeke dij-Inqilabê re ketin pevçûnan û şehîd bûn.

Di vê pevçûnê de du terorîst jî hatin kuştin û çend jî birîndar bûn.

Serepeyv