Sazkirina projeyên niştimanî yên cotkariyê bi amadebûna serokkomarê Îranê
Bi beşdariya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî, çendîn projeyên cotkarî û çandiniyê yên neteweyî tên desbikarkirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press, Projeyên neteweyî yên sektora çandiniyê di warên av û ax, çandinî, masîvanî, heywan û mirîşkan de bi nirxê heşt hezar û 147 mîlyar tûmen îro (Pêncşemî) bi amadebûna Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî hatin lidarxistin.
Armanca van projeyan zêdekirina hilberîna heywanên avî, zêdekirina karsaziya mayinde, masîgiriya domdar û parstina kar û şixulên ku niha ne; Pêşkeftina masîvaniyê di avên dûr ji welat de, îstifadeya zêde ji îmkanên heyî, geşedana perwerdekirina heywanên avî di nav avên şûr de, geşedana îxracatê û bidestxistina diravê dereke ji riya masîvaniyê.
Van projeyan, bi 5,570 mîlyar tûman veberhênana sektora taybet, dê ji bo 6,580 kesan kar peyda bike.