Nîsan 22, 2021 17:35 Asia/Tehran
  • Sipahê Pasdaran du terorîst kuştin

Têkiliyên Giştî yên Biryargeha Hemze Seyid El-Şuheda (ES) ya Hêzên Bejahî yên Supayê Pasdarên Inqilaba Îslamî di daxuyaniyekê de ragihand ku şervanên vê Biryargehê bi endamên tîmeke terorîst re li herêma Merîwan şer kirin û du kes ji wan kuştin.

Biryargeha Hemze Seyid El-Şuheda (ES) ya Hêzên Bejahî yên Supayê Pasdarên Inqilaba Îslamî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku saet 20 şeva borî li çiyayên gundê Çinare yê bajarê Merîwanê di navbera şervanên vê biryargehê yên xwecih û endamên komeke Diî Inqilaba Îslamî şer û pevçûn qewmî ku di encamê de du endamên vê koma Dijî-Inqilabê hatin kuştin û çend ji wan jî birîndar bûn lê ji ber reşa navçê ya çiyayî karîn ku birevin. 

Li gorî daxuyaniya Biryargeha Biryargeha Hemze Seyid El-Şuheda (ES) di vî şer û pevçûnê de du şervanên egîd ên Îslamê jî şehîd bûn.

Serepeyv