Emmar Hekîm bi minasibeta şehadeta Serdar Hicazî ji Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî re peyama sersaxiyê şand
Rêberê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Iraqê bi minasibeta şehadeta Serdar Hicazî peyamek sersaxiyê ji Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî ya Îranê re şand.
Seyd Emmar Hekîm rêberê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Iraqê îro di nameya sersaxiyê de ji bo Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir, Şehîd Seyd "Mihemed Hicazî" mînakek berbiçav a mumin û bawermendekî Mucahid bû ku Îslam û Komara Îslamî parast û hertim di vê rêkê de xebitî. Ji dest dayîna kesekî wekî wî şehîdê hêja dibe sedema xemgînî û nerahetiyeke zav. Lê di vî halî de bawer im ku ji neteweya misilman a Îranê, wekî wî kesayetî, dê kesayetiyên hêja û berbiçav ji bo parastina Îslama resen a Muhemmedî çêbibin û mezin û perwerde bibin.
Seyd Emmar Hekîm di peyamek din de, ji ber şehadeta Serdar Hicazî ji Serdar Îsmaîl Qaanî, fermandarê Hêza Quds ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî re jî sersaxî xwest.