Nîsan 19, 2021 17:17 Asia/Tehran
  • 'Şehîd  Hicazî ji aldarên Bereya Berxwedanê bû'

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê serdarê şehîd Seyid Muhemed Hicazî ji aldarên Bereya Berxwedanê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di merasima oxirkirina meytê serdarê şehîd Seyid Muhemed Hicazî Dewsgirê Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da got: Şehîd Hicazî ji aldarên Bereya Berxwedanê bû û li Libnan û Sûriyê karine mezin kirin.

Serdar sertîpê pasdar Husên Eşterî Fermandarê Hêza Intizamî ya Îranê jî di vê merasimê d a got: Ev şehîdê hêja ji têkoşerên beriya înqilabê û şopînerê hezretê Îmam Xumeynî (Re) bû û roleke girîng di serketina Înqilaba Îslamî û damezirandina Sipaha Pasdaran da lîst.

Elî Ekber Welayetî, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilabê di warê navneteweyî da jî di peyamekê da nivîsî: Serdar Hicazî ji wan têkoşeran bû ku emrê xwe yê bibereket di riya berevaniya ji Înqilab, Nizam, Îrana Îslamî, Herêma Heremê û têkoşîna xalisane di  riya Xwedê da derbas kir.

Welayetî di dewamê da Serdar Hicazî di serdema Berevaniya Pîroz da û piştî wê  roleke bêmînak û mayînde di warên cûrbecûr da lîst û xizmetine  binirx bi cî hiştin.

 

 

Serepeyv