Nîsan 19, 2021 12:17 Asia/Tehran
  • Rûhanî ji ber koça dawî ya serdarê sertîpê pasdar Hicazî sersaxî da

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê ji ber koça dawî ya serdar sertîpê pasdar Seyid Muhemed Husênzade Hicazî, Dewsgirê Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Îqnilaba Îslamî sersaxî da.

Di peyama Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê da hatiye: Vî fermandarê canbaz û sozdar gişt jiyana xwe bi dilpakî di çeperên cûrbecûr ên xizmetkirinê nemaze di serdema Berevaniya Pîroz û piştî wê di cîgehên cûrbecûr, fîdayî pasdarî û berevaniya ji nirxên bilind ên Înqilaba Îslamî û xizmeta bo niştîmanal îslamî kir û karnameyeka tijî şanazî ji xwe bi cih hişt.

Rûhanî her wiha ragihand: Ez vê ji ber vê yekê sersaxiyê didim pêşberî Fermandarê gişt hêzan, gelê hêja yê Îranê, Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û gişt hezkirîyan nemaze malbata wî ya hêja û di vê meha bimbarek da ji Xwedayê mezin nêzikatiya tev hevriyên wî yên şehîd û bo yên mayî sebr û tendurustiyê hêvî dikim.

Navenda Pêwwendiyên gelemperî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê qala şehîdbûna serdar Hicazî, Dewsgirê fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ji ber kêşeya dil kir.

Li gorî rapora Sepah Newsê, Di daxuyaniya Navenda Pêwwendiyên gelemperî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da hatiye: Serdarê payebilind û canbazê serfiraz sertîpê pasdar seyid Muhemed Husênzade Hicazî, Dewsgirê fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî piştî bi sala têkoşîn û hewildanên bê rawestan û bi dilpakî di warên cûrbecûr ên parastina înqilabê û xizmeta bo hikûmeta û niştîmana îslamî ji ber kêşeya dil di pileya bilind a şehadetê da cih girt û tev li girseya mezin a şehîdan bû.

 

 

Serepeyv