Nîsan 19, 2021 00:37 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokê Meclisa Îranê wezîrê derve yê Sirbistanê

Serokê Meclisa Şûwra Îslamî ya Îranê Muhemed Baqir Qalîbaf di hevdîtina wezîrê derve yê Sirbistanê "Nikola Sakoviç" li ser qahêmkirina hevkariyên pêşesazî. bazarganî û cotkariya du welatan tekez kir.

Qalîbaf îro di hevdîtina Sakoviç de li Tehranê got: Herdu welatan ji bo domandina serxwebûna xwe û şerê yekalîtiyê xebat kirine.

Li gorî Qalîbaf: Pêwendiyek bihêztir di navbera Îran û Sirbistanê de dikare bibe sedema têkiliyên bihêztir ji bo hevkariyek berfireh.

Qalîbaf got ku têkiliyên Komara Îslamî ya Îran û Sirbîstanê yên demdirêj hene û got: "Her du welat xwedî ezmûn in ku di warê aborî û siyasî de li dijî zexta Amerîkayê bisekinin."

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê amaje bi kapasîteyên her du welatan kir û got: "Hejmara têkiliyên aborî yên navbera Îran û Sirbistanê ne di nav kapasîteyên heyî de ye û bi asta têkiliyên siyasî re têkildar e."

Wezîrê Derve yê Sirbistanê jî got: "Gelê Sirbistanê ji hewildanên serfiraz ên Îranê ji bo domandina serxwebûn û azadiyê hurmetê digire."

Nîkola Sakovîç piştgirîya Îranê ya ji bo parastina yekparçetiya axa û serweriya Sirbistanê bi qedir dizane.

Wezîrê Derve yê Sirbîstanê herwiha got: "Em amade ne ku derfetê bikar bînin da ku pêwendîyên parlamentoyê bêtir baştir bikin."

Serepeyv