Nîsan 18, 2021 23:24 Asia/Tehran
  • Rûhanî girîngiyê dide berfirehkirina têkiliyên Îran û Sirbistanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî di civînek digel wezîrê karên derve yê Sirbistanê de, tekez li ser berfirehkirina têkiliyên dualî kir.

Li gorî malpera serokatiyê, Hesen Rûhanî roja Yekşemê di civînek digel wezîrê karên derve yê Sirbistanê Nikola Slakovic li Têhranê got ku Îran hertim piştgîriya yekîtiya neteweyî ya Sirbiya dike û tekez kir ku pêdivî ye ku hevkariya navneteweyî di navbera Têhran û Belgrad de were xurt kirin.

Rûhanî desnîşan kir ku Îran bawer dike ku pêdivî ye ku aştî, aramî û ewlehî li Balkanan û bihevre jiyanek aştîyane ya hemî etnîkî û nijadan were domandin û got: Têkoşîna dijî terorîzmê û damezrandina aştî, aramî û ewlehî pêdivî bi hevkarî û hewildanên berfireh yên welatan heye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê de bal kişande ser pandemya Koronayê li cîhanê ji wan li Îranê û Sirbistanê û Amadebûna Îranê jibo beşdarîkirina di hevkarîya zanistî û pisporî ya digel Serbistanê di têkoşîna dijî Corona de ragihand.

Rûhanî amaje bi sepandina dorpêçên neqanûnî û şerê aborî yê sê-salî ya Amerîka li dijî gelê Îranê kir û got: Bi rakirina dorpêçan bi tevahî, dê cîhek nû ji bo hevkarî û têkiliyên aborî yên Îranê digel cîhanê were afirandin û çêtir e ku welatên dost hewil bidin vê derfetê bikar bînin.

Di civînê de, wezîrê karên derve yê Sirbistanê tekez kir ku welat hertim pabendê têkiliyên dostane yên digel Îranê bûye, û tekez kir li ser geşepêdan û kûrkirina pêwendiyên her du welatan li warên balkêş.

"Nikola Salakovîç" herwiha got: "Me hertim piştgirî da û piştgirî didin mebestên aştîxwazane û aştiyane yên bernama navokî ya Îranê."

Serepeyv