Erdhejê parêzgehên Bûşehr û Farsê yên Îranê hejandin
Nîsan 18, 2021 12:38 Asia/Tehran
Îro Yekşemê erdheja bi mezinahiya 5.9 Rîşterê parêzgehên Bûşehr di başûrê rojavayê Îranê de û parêzgeha Farsê di başûrê Îranê hejandin.
Li gorî Navenda Sîsmolojiya Îranê, cihê erdhejê nêzîkê bendera Gunaveh a parêzgeha Bushehr bû.
Hate ragihandin ku dema rûdana erdhejê li gorî dema herêmî saet 11:11 ser dema Îranê bûye û kûrahiya wê erdhejê 10 km bin erdê bûye.
Ziyan û kuştiyên ji ber vê erdhejê hîn diyar nebûne.