Rûhanî: Cihgirtina jinan di cîgeha mirovî da ji pîvanên Îslamê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Yek ji pîvanên dînê mubîn ê îslamê ev e ku jin di cîgeha bilind a mirovî ya xwe da cih bigirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna tev çalakên warê jinan û malbatê da tevî amajeya bi çalakiya jinan di civakê da got: Di dînê mubîn ê îslamê da ku xwedanê gelek nirxan e û em dikarin di asta cîhanî da şanaziyê pê bikin, yek ji pîvanên wê eva bû ku jin di cîgeha bilind a mirovî ya xwe da cih bigirin.
Li gorî gotina Rûhanî: Jin xwedan cîgeheka bilind li Îranê ne û em divê vê cîgehê bi kar bînin.
Rûhanî got: Me jin di astên bilind ên wezaretxane û desteya dewletê da bi kar anîn û jin di beşa rêveberiyê da jî hene.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji hebûna çalak a jinan di beşên cûrbecûr da, got: Jin di beşên cûrbecûr da çalak in.
Rûhanî tevî amajeya bi rola jinan di têkoşîna dijî Koronayê da, got: Di têkoşîna dijî vê vîrûsê da, jinan roleke bilind li nexweşxane û li malbatê hebûn.