Nîsan 15, 2021 15:25 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Nîgeraniya Ewropa û Amerîkayê derbarê meyandina sedî 60 a Uraniyûmê durust nîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Nîgeraniya Amerîka û Ewropayê derbarê meyandina sedî 60 a Uraniyûmê durust nîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di şêst û sêyemîn bernameya vekirina projeyan ku têkildarî behrewergirtin ji çar projeyên neteweyî yên pêşeya Petrokîmiyê bû da got: Me beriya vêya jî dikarî zengînkirina Uraniyûmê heta sedî 60ê pêk bînin û nîgeraniya Ameîrka û Ewwropayê derbarê zengînkirina sedî 60 durust nîne.

Rûhanî her wiha got: Tenha rê jibo Ameîrka û welatên din ên di Peymana Navokî da ev e ku bi tamî vegerin Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY û Peymana Navokî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Heke ewna wiha bikin, Îran dê derdem piştî ceribandina rastiyê ku dema wê gelek nîne, vegere ser sozên xwe yên li gorî Peymana Navokî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Ji bernameyên girîng ên dewletê, tenddurustiya gel û têkoşîna dijî Koronayê ye.

Rûhanî tevî amajeya bi dirûşmeya sala 1400î yanî Sala berhemanîn, piştgirî û rakirina berbendan, got: Rakirina berbendan jibo dewletê pirr girîng e da ku dewlet heta dawîn roj û saetê hemî hewildana xwe jibo serêxwegirtina projeyan bi kar bîne.

 

Serepeyv