Nîsan 14, 2021 22:20 Asia/Tehran
  • Viyana rêveberên du welatên Îran û Rûsyayê eva ye ku têkiliyên xwe di her warî de berfire bikin

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê, di hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Rûsiyayê, bal kişand ser bersiva serokwezîrê rûs li nama rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî û got ku îradeya her du rêberan pêşxistina têkiliyên dualî bû .

Li gor IRIB Newsê, Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê, Muhemed Baqir Qalîbaf di hevdîtina Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de li Tehranê got: Guhertina desthilatdariyê li Amerîkayê dê ti bandor li nêzîkbûn û biryarên Îran û Rûsyayê di geşepêdana berfireh a têkiliyên dualî de neke.

Qalîbaf gotî: "Bersiva Serokê Rûsî Vladimir Putin ji nama Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî re diyar kir ku rêberên derecebilind ên her du welatan li ser geşepêdana pêwendî û têkiliyan hevfikir in."

Qalîbaf derbarê Rêkeftina Navokî jî got: Divê em çarçoveya Rêkeftina Navokî biparêzin, lê divê Amerîka jî peywirên xwe yên di bin vê peymanê de bicîh bîne û hingê Îran dê rakirina tevahiya cezayan piştrast bike. Eva helwêstaq Îranê ya tekez û cidî ye. 

Qalîbaf amaje bi xerabkariya Rêjîma Siyonîst li sazgeha navokî ya Netenzê kir û tekez kir ku divê ev ji aliyê hemî welatan ve were mehkûm kirin, nemaze ji aliyê koma 4 + 1. Divê ev kom di vê mijarê de xwediyê helwestek zelal bibe, lê mafê Îranê heye ku bersiva van kiryaran bide.

Lavrov bal kişand ser nama Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya ji Putin re û got ku name piştgirî dide îmzekirina peymanek berfireh di navbera her du welatan de.

Wezîrê Derve yê Rûsî got ku vegera tam û bê merc a Amerîkayê ser erkên xwe yên li gor Rêkeftina Navokî û pêkanîna Biryara 2231 ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî girîng e.

Lavrov got: "Em li dijî yekparêziya Amerîkayê ne."

Serepeyv