Teqeziya Rûhanî li ser berfirehkirin û xurtkirina pêwendiyên aborî yên Îran û Rûsiyê hevdem digel pêwendiyên siyasî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi girîngiya pêwendiyên Îran û Rûsiyê û pêwîstiya behrewergirtin ji derfetên du welatan jibo xurtkirina pêwendiyan di hemî waran da, nemaze pêwendiyên aborî û ticarî û tevî amajeya bi vîna rayedarên bilind ên du welatan jibo xurtkirina pêwendiyan, li ser pêwîstiya berfirehkirina pêwendiyan li gorî berjewendiyên dualî bêyî bandorwergirtin ji zextên derveyî pêgirî kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di hevdîtina bi Sêrgêyî Lavrof wezîrê karên derve yê Rûsiyê ra, tevî amajeya bi meyla Komara Îslamî ya Îranê jibo berfirehkirina hevkariyên navçeyî, ji berfirehkirina van hevkariyan bi armanca alîkariya bo pêkanîna aştî û aramiyê li navçeyê wek kiryareka stratejîk jibo sekinîna li hemberî yekalîtîşopiya Azmerîkayê û destwerdana li navçeyê ji aliyê vî welatî va pêşwazî kir.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî bi gotina vêya ku du welat jibo xurtkirina pêwendiyan bibiryar in, got: Jibo berfirehkirina hevkariyên Mosko û Têhranê ji wan hevkariyên teknîkî û berevaniyê tu sînorek tune.