Nîsan 07, 2021 14:04 Asia/Tehran
  • Ziyanên erdheja duh a li sînorê Merîwanê aşkera bûn

Li gor gotinên rêveberê krîzên parêzgeha Kurdistana Îranê, ji ber erdheja duh êvari li sînorê Merîwanê nêzîkî 300 xaniyan û 23 gundan zerer dîtine û 9 kes jî birîndar bûne.

D vê derbarê de Mihemed Felahî ji malpera Fars re ragehand, 9 kesên rûniştiyên gundên Merîwanê di dema erdhejê de birîndar bûne û 297 xaniyên hemwelatiyan ên 23 gundan jî ziyan dîtine.

Li gor zanyariyên navenda erdhejiya Îranê şeva borî saet 19:42ê erdhejek bi hêza 5.3 rîşteran  li sînorê Merîwanê pêkhat.

Navenda erdhejê 24 kîlometriyan ji Merîwanê, 27 kîlometreyan ji  Çinare û 98 kîlometreya dûrî Sine bûye.

Erdhej li bajarên Sine, Sewlawa, Seqiz, Bane û Dîwandere û li herêma Kurdistanê jî li Pênciwêna Iraqê hest pê hate kirin.

Serepeyv