Nîsan 05, 2021 13:46 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran dikare riya veguhestinê ji Uzbekistanê bo bazarên cîhanê dabîn bike

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got ku Komara Îslamî ya Îranê dikare ji bo Uzbekistanê rêya veguhestin û derbasbûna wê bigihîne bazarên cîhanê.

Li gorî IRNA, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê  Mihemed Cewad Zerîf roja duşemê li Taşkentê bi wezîrê karên derve yê Uzbekistanê Ebdulezîz Kamîlov re civiya û derbarê vê hevdîtinê got: Me li ser berfirehkirina têkiliyên di warên aborî, siyasî, çandî û  berfirkirina pêwendiyên dualî yên Îran û Uzbekistanê û her weha hevkariya herêmî, nemaze li ser aşitiya Efganistanê gotûbêj kir.

Zerîf hêviya xwe derbarê berfirehkirina hevkariyan di navbera her du welatan de diyar kir: "Komara Îslamî ya Îranê dikare jibo Uzbekistanê riya derbasbûna ber bi bazarên cîhanê û avên vekirî ve dabîn bike."

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: Di navbera her du welatan de qadên curbicur ên hevkariyê hene, dîroka me ya hevpar a pir dirêj qada hevaltiya di navbera her du neteweyan de hêj bêtir berfireh dike.

Îro Duşemê, Wezîrê Derve yê Îranê çû Asyaya Navîn da ku bi rayedarên Uzbekistan, Qirgiqistan, Qazaqistan û Turkmenistan re bicive.

Serepeyv