Nîsan 04, 2021 19:24 Asia/Tehran
  • Zerîf û Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê şêwirîn

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser daxwaza hevpîşeyê xwe yê brîtanyayî, bi wî ra derbarê Komîsiyona hevpar a Viyenê bi riya telefonî axivî.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê li sser daxwaza Domînîk Rab hevpîşeyê xwe yê brîtanyayî, bi riya telefonê pê ra axivî.

Zerîf û Rab roja Şemiyê di vê gotûbêjê da dawîn alûgorên têkildarî Peymana Navokî nemaze lidarxistina civîna pêşber a Komîsiyona hevpar a li Viyenê vekolandin.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê gotûbêjê da careke din li ser pêwîstiya rakirina tam û dawîn a boykotên neqanûnî û ne edlane yên Amerîkayê bi awayekî ku Komara Îslamî ya Îranê wan ji hêla rastiyan va biceribîne, teqezî kir.

 

Serepeyv