Rûhanî: Hêza neteweyî ya Îranê hêjayî şanazî û rûmetê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî got: Hêza neteweyî ya Îranê hêzek pir girîng û hêjayî şanazî û rûmetê ye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyona Îranê; Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, îro Şemiyê di civîna Navenda Neteweyî ya dijî Coronayê de, got: "Di hemî qonaxan de û li her deverên ku pirsgirêkek ji bo Îranê hebe, hêza me ya neteweyî hêzek pir girîng û bi rûmet û şanazayî bûye "
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: "Gava ku Neteweya Îranê biryar da ku bihevra û li kêleka hevdu bisekinin, ew bi her hêzeke xwe ve li ber pirsgirêkan sekinîn û serkeftî bûn û karîn ji hemî pirsgirêkan derbas bibin."
Rûhanî destnîşan kir: "Yek ji karên sereke û pêşeng ên hukûmeta Îranê rawestana li ber pandemya Koronayê ye û em bi hemî hêza xwe hewl didin ku vê vîrusê kontrol bikin."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Li çar mehên bê, hukumeta Îranê dê çar mebestên sereke yên wekî rawestan û şerê dijî vîrusa koronayê, têkbirina dorpêçên aborî, dabînkirina debara gel û bidawîkirina projeyên girîng ên aboriyê bişopîne. "