Îro; 'Roja Xwezayê' li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325330-Îro_'roja_xwezayê'_li_Îranê
Îro înî sêzdehemîn roja meha ferverdînê di salnameya fermî ya Îranê, wek Roja Xwezayê hatiye binavkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2021 05:38 Asia/Tehran
  • Îro; 'Roja Xwezayê' li Îranê

Îro înî sêzdehemîn roja meha ferverdînê di salnameya fermî ya Îranê, wek Roja Xwezayê hatiye binavkirin.

Gelê Îranê di sêzdehemîn roja sala nû li gorî deb û rismeke baş diçe xwezayê da ku tevî hezkirina ji nêmetên xwezayî, rojeke bi şahî li kêleka malbat û xizm û kesên xwe derbas bike.

Gelê Îranê di serdemên cûrbecûr ên dîrokî Newroz wek cejna afirandin û destpêka bûnayetiyê dizanî û dawiya wê wek roja 13ê Ferverdînê dihesiband.

Ev roj wek Sêzdebider tê naskirin û li ba îraniyan gelekî pîroz e.