Li gor amara dawiyê li Îranê, 94 kesên din ji ber Koronayê can dan
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê de 94 nexweşên koronayî li Îranê jiyana xwe ji dest dan ku bi awayî jimara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê can dane gihêşte 62 hezar û 759 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî herwiha îro pêncşemê 1 Nîsana 2021 derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de 11 hezar û 750 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku hezar û 371 kes li nexweşxanê de hatin razandin. Bi vê yekê jimara pêketiyên Koronayê li Îranê heya vê demê gihêştiye milyonek û 897 hezar û 314 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 626 hezar û 144 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.