Adar 31, 2021 19:59 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Artêşa Îranê bi boneya Roja Komara Îslamî ya Îranê

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja 12ê Ferverdînê, Roja Komara Îslamî ya Îranê, wek roja bidawîanîna komployên dijminan û hikûmeta zorbêj a şahenşahî da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Di daxuyaniya roja Çarşemiyê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi boneya Roja Komara Îslamî ya Îranê hatiye: Ev roj hemaseya mezin a jin û mêrên mezin bi bîr tîne ku bi bidawîanîna hikûmeta zorbêj a Sitemşahî û dengê herî pirr bo pergala pîroz a Komara Îslamî ya Îranê, li hem,berî komplo û dijminên zorbêj û xêrnexwazên Înqilaba mezin û nûdamezirandî rawestiyan û bûn sebeba hereketa trena Înqilabê di riya tijî ji şanazî ya serxwebûn û azadiyê.

Di vê daxuyaniyê da hatiye ragihandin: Beşdariya herî pirr a gel û dengê bihêz bo Komara Îslamî nîşana xwesteka gelê Îrana Îslamî jibo dijayetiya digel Istikbarê, azadîxwazî û serxwebûnxwaziyê bû.

 

Piştî serketina mezin a Înqilaba Îslamî bi rêbertiya Îmam Xumeynî (RE), di Ferverdîna sala 1358an (1979) a Koça Roijî giştpirsîna Komara Îslamî li seranserî Îranê hat lidarxistin.

Li gorî encamên vê giştpirsînê ku di 12ê Ferverdîna 1358an da hat ragihandin, zêde ji sedî 98 ji kesên xwedanmerc jibo beûşdariya di giştpirsînê da, damezirandina Komara Îslamî erê kirin.

Ji ber vê yekê roja 12ê Ferverdînê di salnameya Îranê wek Roja Komara Îslamî ya Îranê hatiye binavkirin.

 

Serepeyv