Adar 31, 2021 14:23 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê bi boneya Roja Komara Îslamî ya Îranê

Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê hikûmeta li gorî Welayeta Feqîh bi piştevaniya gel wek tenha riya bidestxistina raman û nirxên resen ên Înqiêaba Îslêamî û serketina li hemberî pirsgirêkên pêşber da zanîn.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya ISNAyê, Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê bi dayîna daxuyaniyekê bi boneya Yewmullaha 12ê Ferverdînê, di beşeke daxuyaniyê da ragihand: Gelê herttim li meydanê û înqilabî yê Îrana Îslamî piştî afirandina hemase û serketina mezin a Înqilaba Îslamî di sala 1357an (1979) da bi rêbertiya Hezretê Îmam Xumeynî (Re) û bidawîanîna jiyana bi serşûrî ya hikûmeta Pehlewî û serdestiya zorbêjên rojhilat û rojava li ser Îranê, careke din di 12ê Ferverdîna 1358an da bi sozeke bêmînak, wek lebeyka bo banga rêberê hekîm û pîrê miradê xwe bi amadebûna bi zanebûn û dengê bêmînak ê sedî 98, hikûmeta pîroz a Komara Îslamî ya Îranê jibo rêveberiya welêt bijart û roja aşkirabûna vîna gel di tesbîtkirina Înqilaba Îslamî di dîroka welêt da tomar kir.

 

 

Serepeyv