Li gor amara dawiyê li Îranê, zêde ji 8 hezar û 700 kes bi koronayê ketin û 89 kes jî pê can dane
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 8 hezar û 751 kes bi koronayê ketin û 89 kes jî ji ber vê vîrusê can dan.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemê 28 Adara 2021 derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de 8 hezar û 751 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. ku bi vê yekê jimara pêketiyên Koronayê li Îranê heya vê demê gihêştiye milyonek û 855 hezar û 674 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha diyar kir ku îro 89 kes jî ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dan ku bi vî awayê hejmara kesên ku heya niha li Îranê ji ber Koronayê can dane gihêşte 62 hezar û 394 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 593 hezar û 219 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Li gorî amara fermî ya welatên cîhanê heya vê demê zêde ji 127 milyon kes li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine û zêde ji 2 milyon û 790 hezar kes jî pê vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.