Adar 27, 2021 14:03 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Em hêvîdar in Îran heta dawiya 1400î bibe derfiroşa Vaksîna Koronayê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rewşa têkoşîna dijî Koronayê di demsala biharê da bi hatina vaksînên îranî yên Koronayê dê gelekî baştir bibe û em hêvîdar in ku Îran heta dawiya sala 1400î bibe derfiroşa Vaksîna Koronayê.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di yekemîn civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê di sala 1400î da bi gotina vêya ku hemî hewildana dewletê kontrolkirina Koronayê û bidawîanîna boykotan e, got: Bingeha me di her du mijaran da divê aqilmendî û berjewendiyên neteweyî be.

Wî sala 1400î tevî pandemiya Koronayê û boykot û şerê aborî yê giştalî, saleke dijwar jibo gel da zanîn û got: Ez ji dil sipasiya gelê hêja yê Îranê ji ber berçavgirtina guncan a protokolan, piştgiriyên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û alim û merce û fedakariyên kadroya dermên ku jibo têkoşîna dijî nexweşiyê ji canê xwe derbas bûn, dikim.

Serepeyv