Adar 26, 2021 19:35 Asia/Tehran
  • Li gor amara dawiyê li Îranê, nêzîkî 8 hezar kes bi koronayê ketin û 81 kes jî pê can dane

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 7 hezar û 980 bi koronayê ketin û 81 kes jî ji ber vê vîrusê can dan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê 26 Adara 2021 derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de 7 hezar û 980 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. ku bi vê yekê jimara pêketiyên Koronayê li Îranê heya vê demê gihêştiye milyonek û 838 hezar û 803 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha diyar kir ku îro 81 kes jî ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dan ku  bi vî awayê hejmara kesên ku heya niha li Îranê ji ber Koronayê can dane gihêşte 62 hezar û 223 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 577 hezar û 408 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Li gorî amara fermî ya welatên cîhanê heya vê demê zêde ji 126 milyon kes li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine û zêde ji 2 milyon û 769 hezar kes jî pê vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv