Adar 21, 2021 13:38 Asia/Tehran
  • Di teqîna terorîstî ya Seravana Sîstan û Belûçistanê da kesek hat kuştin

Biryargeha navçeyî ya Qudsê ya Hêza Bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî qala bûyereka terorîstî li şaristana Seravanê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilatê Îranê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Biryargeha navçeyî ya Qudsê ya Hêza Bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê qala bûyereka terorîstî li şaristana Seravanê kir ku di encamê da kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya Biryargeha navçeyî ya Qudsê ya Hêza Bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da hatiye: Komên terorîstî yên ser bi istikbarê bi kiryareka kor a terorîstî li meydaneke bajarê Seravanê bûn sebeb ku kesek were kuştin û sê kes ji rêbihuran birîndar bibin.

Tê gotin rêbihurek jin bûye.

Seravana Sîstan û Belûçistanê di 343 kîlomitriya başûrê rojhilatê Zahidana navenda vê parêzgehê û nêzikî sînorê Pakistanê ye.

Koma terorîst a Ceyş ul-Zulmê jî derdora bîst rojan beriya niha bi êrîşa ser erebeya yekîneya mihendisiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li şaristana Seravanê kesek birîndar kir û kesek din jî wenda bû.

 

 

Serepeyv