Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê: Em ê canê xwe jibo ewlehî û iqtidara Îrana ezîz feda bikin
Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir, Di Newrozê û her rojê da, em ê canê xwe jibo elwehî û iqtidara Îrana ezîz feda bikin.
Li gorî rapora YJC'ê, Serleşkerê Sitad Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di peyama xwe ya Newrozê da aniye: Di Newroza Mehdewî ya îsal da jî komeke mezin a têkoşerên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di çeperên şanazî û mezinahiya gelê mezin, di sînorên welêt û baregehên bergiriya asimanî da ne.
Di peyama Newrozê ya Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da hatiye, Artêşa Komara Îslamî ya Îranê dê di sala nû da bixebite ku di warê "Berhemanîn, Piştgirî û rakirina Berbendan" da zêddetir ji berê yar û alîkarê gel û di kêleka zanyar, pispor û pîşekarên welêt û piştgira wan be.