Adar 18, 2021 14:41 Asia/Tehran
  • Zerîf: Ji Cîhana Îslamê  re pêdivî ye ku fanatîzm û tundrewiyê di nav xwe de kokbir bike

Wezîr derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Cîhana îslamî hewcemend e fanatîzm û tundxwaziyê di nav xwe de kokbir ke û ji bo rûbirûbûna li hemberî kesên ku ramana bêzarî û jihevheznekirinê ya tekfîrî diweşînin bi hevrêz û îstemî tev bigere.

Li gorî IRNAyê, di civîna bilind a "Rêxistina Hevkariya Îslamî" de, ku roja Çarşemê bi awayê vîdeoyî û mecazî, ji bo hilkolandina pirsgirêk û mesela Îslamfobiyê(tirsandina ji Îslamê) li New York li dar ket, Wezîr derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf wekî serokê yekemîn a vê beşê li mijara helwêsta Îranê derbarê tirsandina ji Îslamê û pêwîstiya rawestan û berxwedana gerdûnî li hemberî vê diyardeyê dest bi axivtinê kir.

Zerîf di axaftina xwe de, tevî tekezkirina ser armancên "Rêxistina Hevkariya Îslamî" yên wekî pêşxistin û geşepêdana bi hev re jiyana bi aştî, teşwîqkirina diyaloga di navbêna ol û çandan de wekî mekanîzmeke bi bandor di şer û rawestana li dijî her cure nijadperestî, dijayetiya li hemberî biyaniyan, Îslamofobî, tundîxwazî, weşandina nefreta olî, pêvajoya ber bi berfirebûnê ya newekheviyê û tamulnekirina Îslam û misilmanan li deverên curbicur ên cîhanê de û mayîna pirsgirêkên hanê ji cîhana Îslamê re astengiyên mezin bi nav kir.  

Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir: Di deh saliyên dawî de, gelek medya li ser navê kanalên nûçeyan li dijî misilmanan propagande û şantaj kirin û her weha gelek komên nijadperest ên ku xwe di bin navê Odeya Ramanê û komên sivîl veşartine rewşa tirs û xufê li dijî misilmanan çê kirine bi taybet li welatên rojavayê.

Zarîf lê zêde kir: "Naha, ew dem e ku serokên welatên rojavayê weşandina nefretê û tundrewî û kiryarên li dijî misilman şermezar bikin û ji bo pêşîgirtina li binpêkirina mafên mirovan û mafên sereke yên misilmanan karekî bikin."

Wezîr derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Pêwîst e ku umeta îslamî li hemberî îslamofobiyê bi taybet li hemberî kiryarên wekî Qedexekirina misafireta (rêwîtiya) misilmanan û sembolên îslamî, herwiha bikaranîna bêjeyên sivik û kirêt yên wekî "terorîsma îslamî", helwêst û siyseteke wekî hev bigirin ber xwe. Di heman demê de, pêdivî ye ku di nav cîhana Îslamî de em tundîxwazî û fanatîzmê kokbir bikin û li hemberî kesên ku îdeolojiya nefretê ya Takfirî diweşînin bi hevrêzî û îstem bisekinin.

Zerîf Herwiha ji civata navneteweyî dixwaze ku agahiyên cîhanî derbarê rawestana li ber Îslamofobiyê zêde bikin û di vê barê de piştgiriya Îranê ji însiyatîv "Rêxistina Hevkariya Îslamî" di warê rawestana li hemberî Îslamofobiyê bi taybet ragihandina roja 15 Adarê wekî roja cîhanî ya rawestana li ber Îslamofobiyê  ji aliyê Civaka Giştî ya NY, diyar kir

  Di vê civînê de, ku ser pêşniyara Îranê qebûlkirina wê ji aliyê endamên "Rêxistina Hevkariya Îslamî" hate lidarxistin ji bilî welatên Îslamî, hejmareke ber bi çav ji welatên rojavayî jî tê de beşdar bûn.

Serepeyv