Zerîf: Em derbarê Peymana Navokî dubare gotûbêj nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324900-zerîf_em_derbarê_peymana_navokî_dubare_gotûbêj_nakin
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îranê dê derbarê Peymana Navokî dubare gotûbêj neke.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2021 11:07 Asia/Tehran
  • Zerîf: Em derbarê Peymana Navokî dubare gotûbêj nakin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îranê dê derbarê Peymana Navokî dubare gotûbêj neke.

Li gorî rapora Al-Alamê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Amerîka di Peymana Navokî da astengiyan derdixe.

Zerîf got: Me hewcetî bi gotinên Amerîkayê tune, belkî em hewcedara pêngavrakirina wan in.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Amerîkayê rê neda ku Koreya Başûr deynên Îranê ku biryar bû bi riya Bankên Swîsê bigihêje destê, radestî me bike.

Zerîf destnîşan kir: Dewleta Donald Trumpû danûstandin da rawestandin û dewleta nû ya Amerîkayê divê vegere Peymana Navokî û Îran derbarê mijara ku pêştir li ser wê gotûbêj kiriye, dubare muzakire nake.