Êrîşa terorîstan ser Keştiya bazirganî ya Îranî li Deryaya Spî
Berdevkê Companya Keştîvaniya Îranê got: "Beşek ji keştiya Kantînerbir a Îranê ji berlêketine şeyeke teqandinê li Keştiya Kantînerbir a Îranê ya Binavê Îran-Şehrê Kurd di avên navneteweyî yên Deryaya Spî zirar dîtiye.
IRIB Newsê roja îrçnê 12 Adarê ragihand ku Berdevkê Kompanya Keştîvaniya Îranê Elî Xiyasiyan got: Ev keştiya ku ayidî Kompaniya Veguhestina Kantînerî ya Komara Îslamî ya Îranê ber bi Ewropayê diçû.
Xiyasiyan got: "Piştî ku tiştê teqîner li keştiyê ket, agirek piçûk li cihê teqînê ket, ku yekser bi hewildanên kapîtan û kedkarên bi wext ên Keştiyê hat temirandin û ti yek ji karmend û kedkarên keştiyê ziyan nedîtine."
Berdevkê Kompanya Keştîvaniya Îranê keştiya Îran-Şehrê Kurd piştî hilkolandina xisrên lêketî û çêkirin û serastkirina xisarên çêbûyî riya xwe berdewam kir. Wî di dewmê de got: Ev kiryarên terorîstî wekî cerdevanî û rêgîriya deryayî ne û eva kiryaran li dijî qanûnên navneteweyî ne û riyên şopandina huqûqî jê re vwkirî ne.