Adar 11, 2021 12:13 Asia/Tehran
  • Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Cejna Mebiesê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî cejna pîroz û mezin a Mebiesê wek cejna gişt edaletxwazên cîhanê da zanîn.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro Pêncşemî di axaftinekê bi boineya salvegera cejna Mebiesa Pêxember (S) ev cejn li gişt gelê Îranê û Umeta Îslamî û azadeyên cîhanê pîroz kir û destnîşan kir ku cejna Mebiesê cejna gişt edaletxwazên cîhanê ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Di mebiesê da li rojeke wiha dilê pîroz ê pêxemberê mezin (S) bû xizîneya emaneta herî giranbiha ya Xwedê, yanî Wehya Xwedê û berpirsiyariya herî giran a alemê, kete ser milê wî hêjayî ku berpirsiyariya rênimûniya mirovan heta dawiya alemê ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî ragihand ku Tohîd tenê bi vê wateyê nîne ku mirov di mejiyê xwe da bawerî hebe ku Xwedê yek e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Tohîd wateyeka girîng e ku ev bi wateya hakimiyeta Xwedê ye.

Şiroveya vê nûçeyê dê wergirtina ji Navenda ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî were weşandin.

 

Serepeyv