Adar 08, 2021 21:38 Asia/Tehran
  • Sersaxî - Salvegera şehîdbûna Imam Mûsa Kazim (S)

Sibe Sêşemî 25ê Receba 1442an a Koça Heyvî hevdem digel 9ê Adara 2021ê, salroja şehîdbûna Imam Mûsa Kazim (S), heftemîn imamê şîeyên cîhanê ye.

Imam Mûsa Kazim (S) ber destê bavê xwe Imam Ceifer Sadiq (S) ku gellek zanyar ber destê wî fêr bûn, fêrî zanistan bû û bi sûdwergirtina ji şarezatî û exlaqên bavê xwe, di warên xweparastina ji gunehan, berxwedan, wêrekî û dadxwazîyê de bû mînakeke berbiçav.

Imam Mûsa Kazim (S) nêzî 35 salan pêşengîya misilmanan kir û çend salekan jî di zînanan û dûrî warê xwe da derbas kir.

Ev yeka nîşan dide ku di dewrana wî de, zexta hikimdarên Ebbasî ser Ehlibeytê (S) gellekî zêde bûye.

Rêxistina radyo û televîziyona Îranê jin ber salroja şehîdbûna Îmam Mûsa Kazim (S) sersaxiyê dide gişt misilmanan nemaze şîeyên cîhanê.

 

 

Serepeyv