Adar 06, 2021 18:58 Asia/Tehran
  • Peyama Pûtîn bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hat pêşkêşkirin

Balyozê Rûsiyê li Têhranê di hevdîtina digel Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li karên navneteweyî peyama Serokomarê Rûsiyê bo Rêberê Înqilabê pêşkêşî wî kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Lowan Cagariyan, Balyozê Rûsiyê li Têhranê roja Şemiyê di hevdîtina digel Elî Ekber Welayetî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Têhranê, peyama Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da wî.

Welayetî di vê hevdîtinê da Rûsiye û Îran wek dostine girîng û cînarine mayînde da zanîn û kevnatiya hevkariyên ticarî, aborî, çandî û pêwendiyên stratejîk ên du welatan hokara girîng a dewama pêwendiyên stratejîk ên du welatan di warên cûrbecûr da zanîn.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Pêwendiyên Îran û Rûsiyê stratejîk û bi parastina rêzgirtina dualî ye.

Welayetî tevî amajeya bi hin alûgorên navçeyî û navneteweyî got: Danûstandinên navçeyî û alûgorên derdorê sebeba hevkarî û danûstandina zêdetir a Têhran û Moskoyê ne û hatin û çûna rayedarên du welatan di pêvajoya danûstandin û xurtkirina pêwendiyan da girîng e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Hevkariyên Îran û Rûsiyê digel Sûriyê ku li ser vexwendina rayedarên wî welatî pêk hat, alîkariya Sûriyê kir da ku li hemberî dijminên xwe li ber xwe bide û ser bikeve.

Cagariyan jî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji pêvajoya ber bi pêşketinê ya pêwendiyên du welatan, got: Xurtkirina pêwendiyên dualî navbera Îran û Rûsiyê bûye sebeba dewama hevkariyên dualî û du welatan pêngavine bibandor jibo xurtkirina pêwendiyan rakirine.

Peyama Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bo Pûtîn demek beriya niha ji aliyê Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê va bo Moskoyê hat  birin.

 

Serepeyv