Adar 06, 2021 13:01 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Em hêvîdar in ku pêngav bi pêngav ber bi kontrolkirina Koronayê va herin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Em hêvîdar in ku pêngav bi pêngav ber bi kontrolkirina Koronayê va herin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna idjî Koronayê da got: Rewş ji bilî parêzgeha Xûzistanê ku ji ber cînartiya digel Iraqê û hatûçûnan tûşî vîrûsa pêşketî ya Koronayê bûye, li parêzgehên din hema bêje baş e.

Rûhanî got: Em di rewşeke taybet da ne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha di dewamê da li ser besîca awarte li bajarên ku di dem û rojên Newrozê da armancên seferê ne, jibo têkoşîan dijî Koronayê û berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê pêgirî kir.

 

Serepeyv