Adar 03, 2021 21:00 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Tehran bi Seul re li ser mekanîzma vegerandina diravê Îranê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: "Mekanîzma vegerandina diravê Îranê ji Koreya Başûr ji aliyê Îranê û Koreya Başûr ve hatiye pejirandin."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a IRIB Newsê; Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro Çarşemê got:

" Îranê û Koreya Başûr li ser mekanîzm û şêwazên vegerandina diravê Îranê li hev kirine, lê wer xuya dike ku aliyê koreyî hîn îznameyên pêdivî nestandiye , lewra diyar dike û vê meselê bi cidî dişopîne." 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: "Ji nêrîna Îranê, ne hewce ye ku destûr ji Amerîkayê werbigire, lê Koreya Başûr hîn jî hewl dide ku destûrê ji Amerîkayê bistîne da ku diravê blokebûyî yê Îranê azad bike."

Ebdul Nasir Himetî serokê banka navendî ya Îranê, dawiya hefteya Çarşemê got: Pereyê ku Banka Navendî ya Îranê ji Koreya Başûr dixwaze heft mîlyar dolar e, lê biryar hatiye dayîn ku bi kêmî ve ji dayîna mîlyardek dolar dest pê bike.

Serepeyv