Adar 02, 2021 13:24 Asia/Tehran
  • Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê: Nabe ku em rê bidin hêza hilweşiyayî ya pergala serdestîxwaz careke din were vejiyandin

Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê destnîşan kir: Koka artêşê di Berevaniya Pîroz û berevaniya ji herêma Ehlê Beytê ye û nabe ku em rê bidin hêza hilweşiyayî ya pergala serdestîxwaz careke din were vejiyandin.

Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê destnîşan kir: Koka artêşê di Berevaniya Pîroz û berevaniya ji herêma Ehlê Beytê ye û nabe ku em rê bidin hêza hilweşiyayî ya pergala serdestîxwaz careke din were vejiyandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê di merasima bidawîhatina heyama perwerdehiyê ya Dora şeşem a Doktoryaya Fermandetiya Operasiyona Hevpar û Hevedudanî û dora sîhem a Karzaniya Bilind (Master) a Rêveberiya Berevaniyê ya Dafûsa Artêşa Komara Îslamî ku îro li Zanîngeha Fermandetî û Erkantiya Artêşê hat lidarxistin, got: Gelê mezin ê Îranê zêdetir ji 40 salan e ku bi pergala serdestîxwaz ra şer dike û ew di warên cûrbecûr da li erdî daye.

Wî her wiha got: Ev rûbirûbûn zêdetir ji 40 salan e ku di hemî war û hêmayên hêzên da didome û hûn wek sembola hêmana Hêza Leşkerî ku memûriyeta berevaniya ji serbixwetî, sînorên Pergala Îslamî û raman û nirxên vî gelê mezin li ser ustiyê we ye, erkdar in ku nehêlin hêza hilweşiyayî ya pergala serdestîxwaz dîsan were vejiyandin.

 

Serepeyv