Xorasana Bakur - Meytê şehîdê Hêza Intizamî li Farûcê hat oxirkirin
Sibat 28, 2021 07:26 Asia/Tehran
Meytê şehîdekî Hêza Intizamî ya Îranê, Sitvan sêyem Mecîd Recayî roja Şemiyê ji çarrêya Rezewî ber bi Meydana navendî ya şarê Farûcê li parêzgeha Xorasana Bakur hat oxirkirin û li gundê Necef Abadê hat binaxkirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Mecîd Recayî efserê Hêza Intizamî di êrîşa şerxwazan li ser pasegeha Qele Bîdê ya Zahidanê di şeva 25ê Sibata 2021ê da li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şehîd bû.
Şaristana Farûcê bi 52 hezar nifûsa xwe li 90 kîlomitriya rojhilatê Bijnûrta navenda parêzgeha Xorasana Bakur e.