Sersaxî - Salvegera wefata Hezreta Zeynebê (S)
Îrana Îslamî di şeva salvegera wefata Hezreta Zeynebê (S) di nava şîn û matemê da ye.
Sibe Şemî, 15ê receba 1442an a Koça Heyvî beranberî 27ê Sibata 2021ê, salvegera wefata Hezreta Zeynebê (S) neviya Pêxemberê Îslamê (S) û zaroka Hezreta Fatimeyê (S) û Hezretê Elî (S), Îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.
Hezreta Zeynebê (S) likêleka birayê xwe Hezretê Îmam Husên (S) Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê li dijî tevgera mutehecir û rêderketî têdikoşî ku bi navê berevaniya ji Îslamê, karesata mezin a Kerbelayê pêk anî.
Wê piştî şehîdbûna birayê xwe yê hêja Îmam Husên (S) û hogirên wî yên sozdar, hevrê digel kesên din ji binemala Ehlê Beytê paqij (S) hat hîsîrkirin, lê di vê hîsîrtiyê da, bi xutbeyên bicoş û mentiqî, mahiyeta rezîl û fasid a Benî Umeye aşkira kir.
Bizava xwînîn a Îmam Husên (S) bi aşkirakirinên Hezreta Zeynebê (S) li Kûfe û Şamê li dijî desthilata fasid a Yezîd, armanc û felsefeya qiyama Îmam Husên (S) bo hertim mayînde kir.
Hezreta Zeynebê (S) di sala 63an a Koça heyvî wefat kir.
Rêxistinan Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber salvegera wefata Hezreta Zeynebê (S) sersaxiyê dide gişt misilmanên cîhanê nemaze şîeyan.