Sibat 25, 2021 11:19 Asia/Tehran
  • Têkçûna  çekdarên şerûd li afirandina nearamiyê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê

Qaymeqamê bajarê Zahedanê, navenda parêzgeha Sistan û Balûçistanê li başûrê rojhilata Îranê, têkçûna şerûdên çekdar di çêkirina bêewlehiyê li vê parêzgehê ragihand.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, "Ebûuzer Mehdî Nexeyî", qaymqamê bajarê Zahedan, navenda parêzgeha Sistan û Balûçistanê li başûrê rojhilata Îranê, roja Çarşemê got: Li xala kontrolê ya Korînê bandên çekdar ên ku çekên sivik û narincokavêj di destê wan de bû êrîş birin ser qereqola Korînê, lê ji ber hişyariya hêzên me yên ewlehiyê ev êrişa wan bê encam ma. 

Qaymeqamê bajarê Zahedan, di şirovekirina bûyera Korîn, lê zêde kir: "Li dû şantajên medyaya biyanî, endamên komên şerûd û xerab bi behaneya ku piştgiriyê didin qurbaniyên sexte yê xala kontrolê ya Şemser-Serewanê bi çekên cûrbecûr ên sivik û teqemeniyên bombeyî, hewldan ku xala kontrolê Korin û kela Bîd bi dest xwe bixe. lê hêzên ewlehiyê yên Îranê bi hişyarî bersiva van şerûdan dan û ew neçarkirin ji herêmê birevin"

Nexeyî got: Dê dijmin bi van kiryarên xwe yên şerûdane û xirabkarî ti tiştekî  bi dest naxe û bi hişyriya hêzên me yên ewlehiyê cardin ewlehî û aramî vegeriya bajarê Zahedan û beşên ser bi wê.

Roja duşemê di dema kombûna ardûberan li devera tixûbê di navbera Îran û Pakistanê de, bû sedem ku hêzên Pakistanî ber bi wan gullan bireşînin ku eva dibe sedema giranbûna bûyerê û koma cimaetê bi şikandina deriyên sînor dikeve axa Îranê, kesek li ser sînor tê kuştin û çar kes jî birîndar dibin.

Serepeyv