Sibat 22, 2021 15:13 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Civata Şarezayên Rêbertiyê: Vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî bêyî rakirina boykotan ziyanbar e

Civîna heştem a fermî ya Civata Şarezayên Rêbertiyê ya dora pêncem di daxuyaniya xwe ya dawiyê da destnîşan kir: Vegeriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî bêyî rakirina boykotan di rastiyê da, ne tenê tu sûdeke wê tune, belkî ziyanbar e jî.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Civata Şarezayên Rêbertiyê di dawiya heştemîn civîna xwe ya fermî bi dayîna daxuyaniyekê ragihand: Bi berxwedan û tehemilkirina dijwarî û pirsgirêkan ji aliyê gelê Îranê va, siyaseta boykotên zalimane û zexta herî pirr a Amerîkaya cinayetkar li dijî pergala pîroz a Komara Îslamî ya Îranê, bêbandor bû û têk çû û cîhanê dît ku serokomarekî din ê fêlbaz û bêmentiq ê Amerîkayê tevlî zibildanka dîrokî bû, Lê Pergala Komara Îslamî ya Îranê bi palpiştiya bi 'Piştevaniya zêde ya gelanî' hema wisa bi awasyekî bihêz pêşda diçe.

Ev daxuyanî her wiha dibêje: Bila istikbara cîhanî bizane vegeriyan an venegriyana Amerîkayê bo Peymana Navokî dê tu bandorekê li ser berxwedana gelê şerîf ê Îranê neke û vegeriyanan wan bo Peymana Navokî bêyî rakirina rastîn a boykotan, ne tenê tu xêr û berjewendiyekê nayne, belkî ziyanbr e jî.

Civata Şarezayên Rêbertiyê destnîşan kir: Bi hevdiliya serokên saziyên welêt û şopandina rênîşandanên Rêberê mezin ê Înqilabê ji aliyê berpirsên welêt va û berevaniya yekdil û yekdeng ji serfirazî û serxwebûna welêt, em ê teqez li hemberî kompoloyên dijminan bi ser kevin.

 

Serepeyv