Sibat 21, 2021 16:56 Asia/Tehran
  • Admiral Seyarî: Dijmin ji şiyanên parastinê yên Îranê ditirse

Alîkarê Koordînatorê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, diyar kir ku dijmin ji şiyanên parastinê yên Îranê ditirse û got: "Dijmin dizane heke ew xeletiyek bike, wê serbeyên giran lê keve."

Alîkarê Koordînatorê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, admiral(deryadar) Hebîbullah Seyarî îro Yekşemê amaje bi komployên îstikbara cîhanî ya dijî Îranê kir û got: "Dijmin çi dest hatiye, kiriye û di van çend salên borî de gelek operasyonên leşkerî li rojhilat û rojavaya Îranê pêk anîne da ku bi van gefan me bitirsînin, lê ev hewildanên wê bê encam man. "

Admiral Seyarî bi gotina ku dijmin ji karînên berevaniya Îranê ditirse, bi bîr xist: "Dijmin li ser bawermendî, îman û şehadeta gelê Îranê hesaban dikin û dizanin ku heke ew xeletiyek bikin, dê derbên giran lê bikeve."

Alîkarê Koordînatorê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, wezîfeya hêzên çekdar ji bo dabînkirina ewlehî û parastina yekparçetiya xaka welêt nirxand û got: "Îran bi xwe çek û alavên berevaniya xwe çêdike û ji vê babetê de hewcetiya wê bi ti welat û ti kesî re nîne."

Serepeyv