Sibat 20, 2021 20:07 Asia/Tehran
  • Îran û Rûsiyê li ser pêwîstiya şêwirînên navçeyî pêgirî kirin

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Moskoyê û Alîkarê Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li ser pêwîstiya şêwirîn û hevkariya du welatan derbarê mijarên navçeyî pêgirî kirin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Kazim Celalî û Mîxaîl Bogdanov di vê hevdêtinê da derbarê pêwendiyên dualî û alûgorên rojavayê Asyayê û Kendava farsê ji wan Sûriye (panzdehemîn civîna navneteweyî ya karzanên pêvajoya Astaneyê li Sûçiyê û Komîteya Amadekirina Qanûna Bingehîn), Yemen, Filistîn, Libnan, Erebistan û Imaratê gotûbêj kiirn.

Di vê hevdîtinê da Celalî û Bogdanov li ser pêwîstiya şêwirîn û hevkariya du welatan derbarê meseleyên navçeyê û dewama têkilî û hevdîtinên xwe di vî warî da pêgirî kiirn.

Panzdehemîn civîna navneteweyî ya Aştiya Sûriyê dawiya hefteya borî bi beşdariya nûnerên Îran, Rûsiye, Tirkiye, NY, dewleta Sûriyê û komên dijber ên sûrî li taxa Adler a bajarê Sûçiyê yê Rûsiyê hat lidarxistin.

 

Serepeyv