Rûhanî: Dewleta Amerîkayê tu çarereyek ji bilî teslîmbûna li hemberî qanûn û rêzikan tune
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku rojan îro miletê Amerîkayê û dewleta nû ya vî welatî tê gihîştine ku derbarê Îranê şaşitî kirine, got: Teslîmbûna li hemberî qanûnê ne eyb e, dewleta Amerîkayê tu rêyek ji bilî teslîmbûna li hemberî qanûnê tune.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşçemiyê di merasima vekirina projeyên neteweyî yên pêşeyî û madenî li sê parêzgehên Hormuzgan,m Kirman û Mazenderanê destnîşan kir: Eva ku van rojan di propagandayan da tê gotin ku Îranê hin kiryar jibo anîna zextê li ser Amerîkayê pêk an îne, ev gotineke nerast e, tiştê ku em dixwazin cihanîna qanûn û sozan e.
Rûhanî bi gotina vêya ku r êzgirtina li qanûn û sozên navneteweyî û cihanîna wan , ji erkên mirovî û siyasî yên gişt dewletan e, got: Em hêvîdar in ku amerîkî vegerin ser qanûnê û sozên xwe û rêzikên Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY cih bînin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da tevî amajeya bi sermiyandanîna zêde ji 8 hezar û 500 miliyar toma nî di projeyên ku îro hatin vekirin û got: Vekirina planên neteweyî, nîşana pêşdaxistina berhemanînê û zindî û çalakbûna welêt e.