Sibat 18, 2021 10:57 Asia/Tehran
  • Şerezmûna hevedudanî ya Kembera Ewlehiya deryayî ya Bakurê Oqyanûsa Hindê bi dawî bû

Şerezmûna hevedudanî ya Kembera Ewlehiya deryayî ya Bakurê Oqyanûsa Hindê bi meşa yekîneyên ser avê yên beşdar bi dawî bû.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRAN Pressê, Di meşa deryayî ya yekîneyên Îranê pêkhatî ji Keştiya şêrr a Cemaranê, Keştiya Neqdî, Keştiya mûşekavêj a Felaxenê û Keştiya Mûşekavêj a Gerdûneyê yên Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da û keştiyên Şehîd Nazirî, Şehîd Mehmûdî û keştiya Kilasa Tonder a Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, her wiha Firîgîta Stoiky û Keştiya şêrr a Lojestîkî ya KoLa yên Hêza deryayî ya Rûsiyê beşdar bûn.

Di vê merasimê da Emîr edmîral Husên Xanzadî Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê û komeke din a fermandar û berpirsên hêzên çekdar amade bûn.

Şerezmûna hevedudanî ya Kembera Ewlehiya deryayî ya Bakurê Oqyanûsa Hindê bi qasî 2 rojan bi beşdariya hin yekîneyên Hêza deryayî ya Rûsiye, Îran û Hindê hat lidarxistin.

 

Serepeyv